Önder Beyter
01 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Di dîmenên ji jor va yên Xûtaya Rojhilat ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye û herwiha rejim qet guh nade biryarên agirbestê û êrîşên xwe dewam dike da wer dixuyê ku di bajêr da liv û lebat nemaye û bûye xirabebajar.
AAyê bi balafira bêmirov va dîmenê Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat kişand.
Di dîmenên çend taxên Dûmayê da apartmanên kavilbûyî yên li kêleka hev, rêyên xirabebûyî û wesayîtên rûxandî xuya dikin.
Di dîmenan da taxên ku li gorî yên din hinekî kêm kavil bûne jî dixuyên. Di van dîmenan da ji cebheyên apartmanan ên ku bi temamî rûxiyane, odeyên daîreyan di kamerayê da reng vedidin ku alav û amûrên ji beriya şer, hê li ciyê xwe ne.

- Zarokê ku ji odeya xwe li derva dinihêre
Di dîmenên balafira bêmirov da apartmanek balê dikişîne ku di hundirê odeyekê da zarokek rabûye ser piyan û li taxa kavilbûyî dinihêre.
Ji baniyê heman apartmanê dîmenê ji jor yê tevahiya navçeya Dûmayê dixuyê.
Li ser rêyên serûbinbûyî çend mirov xuya dikin ku dema bordûman radiweste, hewl didin ku bi motosîkletan biçin.
Di dîmenê taxeke din da jî mizgefteke kavilbûyî ku mînareyên wê jî rûxiyane, dixuyê.

- Dema balafira bêmirov dîmen dikişand, Esed dîsa êrîş kir
Dema balafira bêmirov radibe, ji ser taxeke din a kavilbûyî dûman radibe ku ev jî nîşaneya wê yekê ye ku tax tê bombebarankirin.
Xûtaya Rojhilat a ku li rojhilatê Şamê dikeve û hin navçe û bajarokan di xwe da dihewîne, ji 104 kîlomêtrokare axê pêk tê. Li vê derê şer û pevçûnên herî dijwar ên şerê navçeyî yê Sûriyeyê diqewimin.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl ev 5 sal in di bin dorpêçê da dijîn.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.
Parastina Sivîlan di daxuyaniya xwe ya duh da ragihandibû ku di êrîşên asîmanî û bejayî yên rejima Esed, Rûsyaya ku alîgirê rejimê ye û komên biyanî yên di navbera 19-27ê sibatê da 107 jê zarok, 76 jê jin bi tevahî 560 sivîl hatin kuştin.