Dinya

AAyê ji bo xebetkarên xwe bangî rêveberiya Misrê kir

Ajansa Anadoluyê (AA) ji meqamên Misrê xwest ku bila demildest xebatkarên ofîsa AAyê ya Qahîreyê serbest berdin.

Abdullah Tel  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
AAyê ji bo xebetkarên xwe bangî rêveberiya Misrê kir

Istanbul

Rêveberiya AAyê ji ber ku polêsên Misrê bi ser ofîsa Qahîreyê da girtin û 4 xebatkarên AAyê binçav kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku AA di nav ajansên nûçeyan ên dinyayê da ji yên herî xurt yek e û kar û xebatên xwe bi çavekî profesyonelî dibe serî û wiha hat dewamkirin: "Bûyerên li Misrê jî dema wek nûçe bên ragihandin di çarçoveya van rê û rêgezan da tên amadekirin û fikr û ramanên curbecur tên dayîn. Ji hewla nêrînen neyînî dûr disekinin."

Hat gotin ku AA ji hemû nelihevkirinên siyasî dûr disekine û bi tenê ji bo xurtkirina têkilî û hevaltiya di navbera gelê Misir û Tirkiyeyê da hewl dide.

Di daxuyanî da wiha gotin: "Haya AAyê ji ekîba wê ya li Qahîreyê ku bi profesyonelî û objektîf tevdigeriyan heye, di mijara karên xwe da tu rê û rêgez binpê nekirine û AA ji meqamên Misrê dixwaze ku bila Hîlmî Balci, Hiseyîn el-Kabbanî, Hiseyîn el-Ebbas û Ebdulselam Mihemed demildest serbest berdin."

- Bûyer

Polêsê Misrê 14ê rêbendanê bi ser ofîsa AAyê li Qahireyê girtibû, 1 jê welatiyê Tirkiyeyê, 4 xebatkar binçav kiribûn.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran, Enstîtuya Rojnamegeran a Navneteweyî û gelek dezgeh û saziyên navneteweyî tevgerê şermezar kirin.

NY: "Emê lêpirsîna, mijara li Misrê binçavkirina xebatkarên AAyê bikin"

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric derbarê binçavkirina 4 xebatkarên Ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) ya li Misrê ji aliyê polîsên wî welatî ve got, "Em ji nûçeyên girtin û binçavkirinên rojnamevanan her tim dikevin fikarê. Emê lêpirsîna mijarê bikin." 

Dujarric di birifînga xwe ya rojane de di bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya derbarê binçavkirina xebatkarên Ajansa Anadoluyê li Misrê wiha got, "Nûçeya wan (a binçavkirinê) min hê nedîtiye lêbelê em ji nûçeyên girtin û binçavkirinên rojnamevanan her tim dikevin fikarê. Emê lêpirsîna mijarê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.