AAyê "bajarê binerd" ê rêxistina terorê YPGyê li bajaroka Sirînê ya Eynulerebê çêkiriye kişand
Ankara
Li Sûriyeyê li bajaroka Sirînê ya li herêma Eynulerebê, "bajarê binerd" ê rêxistina terorê YPGyê di bin çiyayekî da çêkiriye û bi tunelan bi hev va hatiye girêdan, hat dayîn.
Ajansa Anadoluyê (AA), "bajarê binerd" ê rêxistina terorê YPGyê li bajaroka Sirînê ya li devera Eynulerebê çêkiriye, kişand.
Artêşa Sûriyeyê li bajaroka Sirînê ya bi operasyonê ji dagiriya YPGyê xilas kir, tunelên di bin çiyayekî da vedayî, derxistin holê.
Di hundirê tunelan da yên ku wekî 3 qatî û bi hev va girêdayî hatine vedan, gelek muhîmat û dokumanên rêxistina terorê hatin bidestxistin.
Hin cihên tunelên ku wekî bajarekî binerd hatine vedan, ewqas fireh hatine vekirin ku erebe û kamyonet dikarin tê ra derbas bibin.
Di tunelan da yên ku wek labîrentan in, şebekeya av û ceyranê hatiye kişandin û hin deriyên wê jî zirxî ne.
Di "bajarê binerd" da gelek metbex û odeyên razanê hene û her wiha sembol û afîşên rêxistinê dardakirî ne. Dîsa di tunelan da salona sînemayê, ambî û firûn jî hene.
