Önder Beyter
20 Nîsan 2020•Rojanekirin: 21 Nîsan 2020
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Kudret Ozersay diyar kir ku 80 Tirkên Qibrîsî ku li Îngiltereyê dijîn, ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.
Ozersay der heqê Tirkên Qibrîsî ku li Îngiltereyê ji ber vîrusê mirin da ji ser Facebookê parvekirinek kir.
Ozersay got ku ziyana gelê Tirk ê Qibrîsê a ji ber şewbê mezin e û wiha got, "Li gorî reqamên fermî yên ku îro min ji Nûnertiya Londonê ya me wergirt, di encama şewbê da li Qraltiya Yekbûyî heta niha 80 welatiyên me mirin. Bi dehan însanên rind ku di navê da ew kes jî hene ku piştvanî dan Tirkên Qibrîsî yên ku li Îngiltereyê dijîn."
Ozersay ji bo kesên ku mirin ji Xwedê rehmet, ji bo malbat û hezkiriyên wan jî sebir xwest.