Dinya

8 balafirên şer ên Îsraîlê li esmanên Sûriyeyê firiyan

Mehmet Burak Karacaoğlu, Muhammed Karabacak  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
8 balafirên şer ên Îsraîlê li esmanên Sûriyeyê firiyan

Damascus

 8 balafirên şer ên Îsraîlê li esmanên Sûriyeyê sortî kirin.

Li gorî peywirdarên çavdêrxaneya balafiran a Sûriyeyê, bi dema herêmî di saet 14.30î da 8 balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ji parêzgeha Quneytrayê ketin qada asîmanî ya Sûriyeyê.

Balafirên şer ên ku ji bo demekê li ser parêzgeha Quneytrayê "çavdêrî kirin", berê xwe dan Şam, Hums, Hema û herêma qeraxê.

Heta niha tu agahiyeke êrîşê nehat ragihandin û ji aliyê xwe va Îsraîl û Sûriyeyê jî tu daxuyaniyeke fermî nedan.

Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ragihandibû ku ji hilweşîna rejima Beas a di 8ê Berfanbara 2024an da û vir va artêşa Îsraîlê ji 1000î zêdetir êrîşên asîmanî birin ser Sûriyeyê û her wiha avêt ser ji 400î zêdetir cihan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın