Mücahit Oktay
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
40 ji wan peykên ku SpaceXa berhemhênerê mûşek û wesayitên fezayê ya DYAyê di çarçoveya projeya Starlînkê de şandibûn fezayê, ji ber bahoza jeomanyetik a ji deqa rojê ve ketin xwarê.
SpaceXê hefteya raborî fîloyeke minî ku ji 49 perçeyan pêk dihat pekandibû fezayê ji wan 40 heb ji ber ku ketin ber bahoza jeomanyetik ji rewrewa xwe derketin.
Hat ragihandin ku ew peykên ku di çarçoveya projeya tora înternetê ya Starlînkê de ne zûde şandibûn fezayê, ji ber vehikandina zêde ya di encma bahoza ji deqa rojê ve ketine xwarê.
Halêhazir li ser feleka dinyayê, nêzîka 2 hezar peykên din ên Starlînkê yên ku xizmeta înternetê didin herêmên curbicûr, hene.