33 qurbaniyên Srebrenîtsayê wê îro bên definkirin
33 qurbaniyên Srebrenîtsayê wê îro li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê piştî nimêja nîvro bên definkirin. Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî wê beşdarî merasimê bibe

Bosnia and Herzegovina
Komkujiya Srebrenîtsayê piştî Şerê Cihanê ya Duyem wek komkujiya herî mezin a Ewropayê tê zanîn û 8 hezar û 372 Boşnak di vê komkujiyê da hatin kuştin. 33 qurbaniyên vê komkujiyê îro wê bên definkirin.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî wê beşdarî merasimê bibe.
Hêzên Sirban di 11ê Tîrmeha 1995an de bi fermandariya Ratko Mladîc Srebrenîtsaya bajarê Bosna Hersekê dagir kirin, li bajêr komkujiyeke mezin kirin û kuştiyan xistin gorên komî.
Nasnameya 33 kesên ku ji wan goran hatin derxistin, hatin tesbîtkirin. 33 qurbanî piştî nimêja nîvro wê li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê werin definkirin.
Eqrebayên qurbaniyan hatin ser gora hezkiriyên xwe yên ku berê hatine definkirin û ji wan ra dia kirin.
Ji hundirê welêt û dervayî welêt bi hezaran kes ji bo ku beşdarî merasima definkirinê bibin û li gel malbatên van qurbaniyan bin hatin Potoçariyê.
Di nav 33 qurbaniyan de yê herî ciwan Osman Cvrkê 16 salî, yê herî kal jî Saha Cvrkê 82 salî ye.
Navê qurbaniyên ku wê bên definkirin wiha ye:
"Mewlîd Bektîc, Nedzad Bajraktarevîc, Bajro Salkîc, Muradîf Husîc, Semso Purkovîc, Kasim Îsakovîc, Asim Îsakovic, Semso Avdîc, Adîl Suljîc, Resîd Cvrk, Saha Cvrk, Fadil Gabeljîc, Sidik Memîc, Wekaz Tîhîc, Enver Tahîc, Husejn Meholjîc, Sabahudîn Salkîc, Malî Mehmedovîc, Sabît Suljîc, Îsmet Mehmedovîc, Behadil Hîrkîc, Esad Nukîc, Ahmet Jasarevîc, Zîjo Mujîc, Fahrudîn Mujîc, Hajro Tabakovîc, Omer Ahmîc, Osman Cvrk, Zaîm Pîlav, Fuad Pîlav, Sadik Saranovîc, Smaîl Tabakovîc û Hamed Tîhîc."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.