3 parlamenterên Tirk ên ku Îsraîlê desteser kirin, dibe ku îro vegerin Tirkiyeyê

Ankara
Îhtimal heye ku 3 parlamenterên Tirk ên ku Îsraîlê di Koalîsyona Fîloya Azadiyê ya bi awayê dereqanûnî dest da ser da desteser kirin, îro vegerin Tirkiyeyê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Îsraîlê bi awayekî dereqanûnî dest da ser keştiyan û keştiyên ku 3 parlamenterên Tirk jî tê da bûn, birin Bendera Aşdodê. Piştî ku parlamenter gihîştin bejayê, ew duh bişev anîne Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Avîvê.
Di daxuyaniyê da hat gotin, îro îhtimal heye ku parlamenter ji ser welatekî din ra bi balafirê vegerin Tirkiyeyê û wiha hat gotin, "18 welatiyên me yên din jî birine Navenda Binçavkirinê ya Ketziotê. Tê payîn ku rayedarên me yên Konsolosxaneya Tel Avîvê îro bi welatiyên me ra rû bi rû xeberdin."
Her wiha hat gotin, ji bo ku welatiyên Tirkiyeyê zûtirî vegerin welatê xwe, teşebisên hewcedar hatin kirin, plankirina sefereke balafirê ya taybet jî tê da hemû tevdîr hatin hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.