Dinya

14 welatiyên Tirk ên Îsraîlê ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî derdest kirin dê ji ser Urdinê ra vegerin Tirkiyeyê

Mahmut Geldi  | 07.10.2025 - Rojanekırın : 07.10.2025
14 welatiyên Tirk ên Îsraîlê ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî derdest kirin dê ji ser Urdinê ra vegerin Tirkiyeyê

Istanbul

14 welatiyên Tirk ên Îsraîlê ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî derdest kirin dê ji ser Urdinê ra vegerin Tirkiyeyê

Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî ragihand ku 14 welatiyên Tirk ên Îsraîlê ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî derdest kirin, îro bi rêbejayê gihîştin Urdinê û ji vir jî dê bi rêhewayê bên Tirkiyeyê.

Keçelî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xa navend Amerîka, der barê mijarê da daxuyanî da.

Keçelî di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Ji welatiyên me yên di tekneyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî da ya Îsraîlê dest danî ser, 14 jê îro serê sibehê bi rêbejayê gihîştin Urdinê. Dê ji Emmanê bi rêhewayê vegerin welatê me û bi vî awayî vegera hemû welatiyên me yên beşdarên fîloyê dê temam bibe."

- Fîloya Sumûdê ya Kurewî

Fîloya Sumûdê ya Kurewî ji bo qulkirina abloqeya Îsraîlê û birina alîkariya mirovî berê xwe dabû Xezeyê û êvara 1ê Cotmehê jî nêzîkî ava Xezeyê bûbû. Lê artêşa Îsraîlê êrîşî fîloyê kiribû, dest danîbû ser 42 keştiyên fîloyê û bi sedan aktîvîstên di keştiyan da derdest kiribûn û ew şandibûn Girtîgeha Ketzîotê ya li başûrê welêt.

-Urdin: Ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ku Îsraîlê êrîş kir, 131 aktîvîst ketin welêt

Wezareta Karên Derva ya Urdinê ragihand ku 131 aktîvîstên di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da bûn ya ku rastî êrîşa Îsraîlê hat û ew bi dereqanûnî hatin girtin, ketin welêt.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Urdinê da hat diyarkirin ku 130 aktîvîstên welatiyên dost û bira û Urdiniyek ên di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da bûn, bi rêya Pireya Qral Huseyîn (Allenby) ji Şerîeya Rojava ya dagirkirî gihîştin welêt.

Di daxuyaniyê da gotinên Berdevkê Wezareta Karên Derva Sînan el-Mecalî jî hatin parvekirin.

Mecalî got aktîvîstên ku gihîştin welêt welatiyên Tirkiye, Bahreyn, Tûnis, Cezayîr, Uman, Kuweyt, Libya, Pakistan, Arjantîn, Awustralya, Brezîlya, Kolombiya, Komara Çek, Japonya, Meksîka, Zelandaya Nû, Sirbistan, Afrîkaya Başûr, Swîsre, Qraltiya Yekbûyî, Amerîka û Uruguayê ne.

Mecalî got ji bo ku aktîvîstên hatine welêt vegerin welatên xwe, xebatên bi balyozxaneyan yên li Emmanê ne ra dewam dike.

Ji hêla din Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî jî ragihandibû ku 14 welatiyên Tirk ên Îsraîlê di keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî da bûn û ji hêla Îsraîlê va hatibûn girtin, îro bi rêbejayê gihîştin Urdinê ku ew ê ji vir jî bi balafirê bên Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.