Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf: "Em li Sûriyeyê ligel Rûsya û Tirkiyeyê gavên xwe diavêjin"

Tahran
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyand mijara Sûriyeyê divê bi kordînasyoneke taybet va bê çareserkirin, ew bi Tirkiye û Rûsyayê ra li gor vê gavan diavêjin.
Zerîf ji bo hevdîtinin fermî çû Moskovaya Rûsyayê û li wir daxuyanî da çapemeniya Îranê.
Zerîf anî ziman ew bi Rûsyayê ra xwedî hevkariyeke baş in, ji bo ku vê hê baştir bikin ewê hewl bidin û wiha axivî: "Li herêma me pirsgirêkên mezin hene. Mijara Sûriyeyê divê bi kordînasyoneke taybet va bê çareserkirin, em li gor mizakereyên Astanayê li Sûriyeyê ligel Rûsya û Tirkiyeyê gavên xwe diavêjin."
Zerîf anî ziman ewê li ser hevdîtinên aştiyê yên navbera Taliban û hikûmeta Efxan jî biaxivin.
Zerîf li ser îdiayên dibêjin Fransa dixwaze ew bi Rûsyayê ra bila li ser mijara Lubnanê jî biaxivin wiha got: "Em dikarin bi Rûsyayê ra li ser Lubnanê biaxivin, lê ew ne mijareke sereke ye. Bi meqamên Fransayê ra me der barê mijara Lubnanê da mizakereyek nekir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.