Serokê DYAyê Trump destnîşan kir ku ji bo aştiya Rûsya-Ukraynayê hê herdu alî amade nîn in

Ankara
Serokê DYAyê Donald Trump di hevpeyvîna xwe da ya ku li ser telefonê da, derbarê peymana aştiyê ya muhtemel a di navbera Rûsya û Ukraynayê da nirxandin kir û tekezî kir ku di vê mijarê da biryardar e.
Trump sekna xwe weke "him realîst û him jî xweşbîn" wesif kir û anî ziman ku ji nêz va dişopîne ka serokên herdu welatan çawa li mizakereyan dinerin.
Serokê DYAyê Trump got, "Dişopînim, dibînim û derbarê vê mijarê da (peymana aştiyê) digel (Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr) Pûtîn û (Serokê Ukraynayê Volodimîr) Zelenskî diaxivim. Hey wê tiştin bibin, lê hê amade nîn in. Lê wê tiştin bibin. Emê bi ser kevin."
Trump destnîşan kir ku armanca wî ew e, ji bo welatên ku şer dikin ên weke Rûsya û Ukraynayê bibe navgînek û berê wan bide peymaneke aştiyê.
Serokê DYAyê Trump diyar kir ku ji bo vê helwesta wî sebreke mezin lazim e, lê ew bawer e ku wî di peymanên din ên îsal da berhema vê yekê sitandiye.
Trump destnîşan kir ku ew ji bo Xelata Aştiyê ya Nobel namzed nîn e û got, "Ti tiştekî min nîn e ku li ser vê bêjim. Tişta ku ez dikarim bikim, dawî li şeran bînim. Armanca min ne ew ku ez xwe derxim pêş. Tenê ez dixwazim jiyanan rizgar bikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.