SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê: Koma dawîn a YPG/PKKyî ya li Helebê bo dervayî bajêr tê texliyekirin
Ankara
Hat ragihandin, bo bakurê rojhilatê Sûriyeyê texliyekirina koma dawîn a mensûbên rêxistina terorê YPG/HSDyê dest pê kir ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê li Taxa Şêx Meqsûdê bi operasyonên artêşa Sûriyeyê hat tengavkirin.
Li gorî nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, mensûbên rêxistina terorê YPG/HSDyê yên li taxê ketin kozikan, piştî ku texliye qebûl kirin, bi konvoya 6 otobus û 7 ambulansan pêk tê, ji cihê texliyekirinê yê bi navê "Awared"ê bi rê ket.
Konvoy ji vir ket rêya balafirgehê û berê xwe da navçeya Tebqayê li ketiya Çemê Feratê.
Diyar bû ku berêvarê ji Nexweşxaneya Yasînê ya li Taxa Şêx Meqsûdê jî komeke terorîstên YPG/HSDyî bo heman herêmê hatin texliyekirin.
Hat destnîşankirin ku bi vî awayî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi temamî ji unsûrên rêxistina terorê YPG/HSDyê hatin paqijkirin û ketin bin kontrola artêşa Sûriyeyê.
Artêşa Sûriyeyê duh ragihandibû ku li Taxa Şêx Meqsûdê hemû operasyonên eskerî ji saet 15.00an û pê va hatin rawestandin.
- Li Helebê YPG/HSDya ku ji navenda bajêr hat derxistin bi birîna avê herêmê tehdîd dike
Wezareta Vejenê ya Sûriyeyê ragihand ku ji Îstgeha Avê ya El-Bapîriyê ya li gundewarê bakurê Helebê fealiyetên pompekirina avê hatin rawestandin û berpirsyarê vê yekê YPG/HSDya rêxistina terorê ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku îstgeha El-Bapîrî ya di bin kontrola YPG/HSDyê da ji bo bajarê Helebê û herêmên gundewar ên li hawirdorê çavkaniya avê ya sereke ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku birîna ava îstgehê "di çarçoveya telîmatên hêmanên girêdayî HSDyê va" hat kirin.
Hat ragihandin ku ev birîna bi zanebûn bû sedema zirareke ku rasterast bandorî temamiya wilayetê dike û bandoreke neyinî li jiyana gel û gihaştina xizmetên bingehîn kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku berpirsyarê birîna navborî bi temamî HSD ye û hat destnîşankirin ku hedefgirtina binesaziya heyatî û ji mafên bingehîm mehrûm hiştina sivîlan bi awayekî eşkere îxlalkirina normên gerdûnî û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê da bangî meqamên eleqedar û saziyên navneteweyî kirin ku "hember van sepanên ku bandorî refah û ewkehiya bi milyonan welatiyan dike" berpirsyariyê hildin û hat destnîşankirin ji bo ku av dîsa biherike û domdariya xizmetên hildin bin temînatî dê hemû derfetan seferber bikin.
Îstgeha Avê ya El-Bapîrî li rojhilatê Helebêdi navbera Kafse û Meskeneyê da li kêleka çemê Feratê cî digire.
- Di êrîşên YPG/HSDya rêxistina terorê ya dijî cî û warên li Helebê da 23 kes mirin
Ji aliyeki din, di êrîşên ku YPG/HSDya rêxistina terorê ji 6ê rêbendanê vir va birin ser cî û warên li Helebê da yek jê zarok çar jê jin 23 kes mirin, 104 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên tenduristiyê yên li Helebê der barê jimara kesên ku di êrîşên ku rêxistina terorê ji 6ê rêbendanê vir va dibe ser niştewaran da mirin, daxuyanî da.
Di êrîşên li bajêr da yek jê zarok, çar jê jin 23 kes mirin.
Hat gotin ku di êrîşên rêxistina terorê da gelek zarok û jin jî di nav da 104 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e û ji ber vê yekê jî ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
- Li Helebê mensûbên YPG/HSDya rêxistina terorê yên ku texliyekirinê qebûl kirin bi otobêsan şandin Tabkayê
Li taxa Şêx Meqsûd a girêdayî Heleba bajarê Sûriyeyê komeke mensûbên YPG/HSDya rêxistina terorê yên ku bi operasyonên artêşê di taxê da asê ma di çarçoveya lihevkirina texliyeyê dabi otobêsan ji bajêr hatin şandin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi dest xist terorîstên HSDyî yên ku li Nexweşxaneya Yasînê ya li Taxa Şêx Meqsûd bi cî bibin piştî ku qebûl kirin ku bên texliyekiriin bi otobêsan neqlî Tabkayê hatin kirin.
Hat gotin ku terorîstên HSDyî yên ku li nexweşxaneyê bi cî bibûn kesên li nexweşxaneyê wekî mertalê zindî bi kar dianînin.
Tabka li ser Çemê Feratê li aliyên rojava ê çem di qada di bin dagiriya YPG/HSDya rêxistina terorê da cî digire.
Artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku hemû operasyonên eskerî yên li Taxa Şêx Meqsûdê bi saeta herêmî jı saet 15.00an pê va hatin rawestandin.
- Li Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê trafîka hewayê hat rawestandin
Ji aliyeki din, otorîteya Hewageriya Sivîl a Sûriyeyê piştî êrîşên mensûbên YPG/HSDya rêxistina terorê yên dijî niştewarên li herêmên bakur ê bajarê Helebê ragihand ku trafîka hewayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê heta daxuyaniyeke duyemîn hat rawestandin.
Di daxuyaniya Ajansa Nûçeyan a Ereban a Sûriyeyê (SANA) da hat gotin ku "Di çarçoveya geşedanên berdest da ji bo pêkanîna ewlehiya rêwî û muretebatan, ewlehiya pêvajoyên operasyonel hildin bin temînatê Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê heta daxuyaniyeke din dê ji trafîka hewayê ra girtî bimîne."
Hat destnîşankirin ku ev biryar îhtiyatî û tevdîreke berwext e û heta ku nirxandinên ewlehiyê û teknîk ên ku bi saziyên eleqedar ra di nav kordînasyonê da tên kirin bên temamkirin dê bê tetbîqkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dema der barê destpêkirina trafîka hewayê da biryarek bê hildan dê rojenkirininên fermî bi raya giştî ra bên parvekirin û hat xwestin ku rêwî agahiyên seferên xwe ji şirkeyên rêhewayên yên navborî bişopînin.
- YPG/HSDya rêxistina terorê bi droneke kamîkazeyê êrîşî avahiya Walîtiya Helebê kir
YPG/HSDya rêxistina terorê bi droneke kamîkazeyê êrîşî avahiya Walîtiya Helebê kir.
Di êrîşê da camên avahiyê şikestin û gelek hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê va hatin şandin.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê got ku piştî êrîşê karmendên walîtiyê hatin texliyekirin.
Rayedarên Sûriyeyê heta niha tu agahî nedane ka di êrîşê da kes birîndar bûye yan na.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê ragihand ku êrîş piştî civîneke çapemeniyê ya li ofîsa walîtiyê pêk hat ku Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa, Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qabawat û Waliyê Helebê Ezam Xerîb jî beşdar bûn.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku droneke kamîkazeyê li avahiya walîtiyê dixe û diteqe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
