Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2019
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa bombeyî da li gor agahiyên ewil 61 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li nêzî navenda gumrukê wesaîta bombebarkirî dema otobêsa xwendekarên zanîngehê tê da bûn derbas dibû hat teqandin.
Ebdîqadir Ebdîrehmanê Midûrê Xizmetên Ambulansan ya Aamînê destnîşan kir ji ber êrîşê 61 kes hatin kuştin û 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Îsmaîl Muxtarê Berdevkê Hikûmeta Somaliyê daxuyanî da ajansa Associated Pressê û diyar kir gelek kes rakirine nexweşxaneyan û îhtimal heye jimara kesên kuştî zêde bibe.
Ji ber teqînê li derdorê xisareke mezin çêbû.