Li Mersînê di operasyona Pencik-2 ya dijî DEAŞê da 17 şikbar hatin girtin
Mersin
Li Mêrsînê bi beşdariya 300 polîsî va li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyona "Pencik-2"yê hat lidarxistin, 17 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriya Ewlekariya Bajêr ji bo jê 10 Sûriyeyî, 4 Iraqî tevahî 20 şikbarên DEAŞî bigrin xebat dan destpêkirin.
Ekîban di vê çarçoveyê da bi beşariya 300 polîsî va operasyoneke berbangê ya bi navê "Pence-2"yê kirin û bi ser 19 navnîşanan da girtin.
Di operasyonê da ji şikbaran 17 kes hatin girtin, ekîban dest danîn ser alavên dijîtal, weşanên rêxistinî û 30 hezar dolarî.
Ji bo 3 şikbarên ne li navnîşanên xwe ne jî bêne girtin xebat dewam dikin.