Dinya

Li Iraqê ji ber ku bihayê dînar li hemberî dolar kêm dibe, herî zêde esnaf zirarê dibînin

Esnafê Çarşiya Mezin a Kerkûkê Sabah Resul: "Ji ber ku mehaneya karmendên dewletê dereng dihat dayîn me zehmetî dikişand. Niha jî qîmeta dînar kêm dibe, ji ber vê li bazarê her tişt rawestiya."

Türkan Tosun  | 23.12.2020 - Rojanekırın : 23.12.2020
 Li Iraqê ji ber ku bihayê dînar li hemberî dolar kêm dibe, herî zêde esnaf zirarê dibînin

At Ta mim

 Li Iraqê ji ber ku qîmeta dînar li hemberî dolarê Amerîkayê kêm dibe Bankaya Navendî di kurên dowîzê da verastkirinek kir û bihayê dolar sabît kir, li bajarê Kerkûkê esnaf ji ber vê biryarê aciz in û dibêjin ew zirarê dibînin.

Esnafê Çarşiya Mezin a Kerkûkê Sabah Resul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand berdêla biryara Bankaya Navendî esnaf dide.

Resul wiha axivî: "Ji ber ku mehaneya karmendên dewletê dereng dihat dayîn me zehmetî dikişand. Niha jî qîmeta dînar kêm dibe, ji ber vê li bazarê her tişt rawestiya."

- Li bazar danûstendin rawestiya

Esnafê Bazara Koryayê Ehmed Sabir jî got ji ber ku qîmeta dînar kêm dibe bihayê alavan zêde dibe û kesên aboriya wan nebaş in tesîreke neyînî dibînin.

Sabir anî ziman Iraq ji bo her tiştî temîn bike girêdayî dervayî welêt e ku ev biryar gaveke nebaş e, hema bibêje du roj in li bazarê danûstendin sekiniye.

Sabir got her kes ditirse ku biha wê hê zêdetir bin, meriv êdî tiştên mecburî û xwarinê dikirin.

Bankaya Navendî ya Iraqê di dawiya hefteyê da daxuyandibû ku bihayê dolarê Amerîkayê wek 1470 dînar hat sabîtkirin ku ewê neguhere. Kurê dolarê ya fermî berê jî wek 1119 dînar hatibû diyarkirin.

Hikûmeta Iraqê dibêje ji ber ku bihayê neftê kêm bû mehaneya karmendan a nêzîkî 4 milyonî nikare bê dayîn.

Aboriya Iraqê li ser neftê ye, ji ber vîrusa koronayê jî bihayê neftê kêm bû û niha jî dibe ku qeyrana aboriyê dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın