Dinya

Hevdîtina Bîdenê Serokê Amerîkayê û Putînê Serokê Rûsyayê li Cenevreyê dest pê kir

Bayram Altuğ  | 16.06.2021 - Rojanekırın : 17.06.2021
 Hevdîtina Bîdenê Serokê Amerîkayê û Putînê Serokê Rûsyayê li Cenevreyê dest pê kir

Geneve

 Hevdîtina Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê li Cenevreya bajarê Swîsreyê dest pê kir.

Civîna herî dawîn a di navbera Amerîka û Rûsyayê da mijdara 1985an di navbera Serokê Amerîkayê yê wê demê Ronald Reagan û Serokê Dewletê ya Sovyeta Berê Mîhaîl Gorbaçov da çêbûbû ku 36 sal piştî wê civîna dîrokî niha kelecanek heye.

Putîn û Bîden bi saeta Tirkiyeyê di saet 13.25an da hatin vîllaya Parc de La Grandeyê ya li devê Gola Lemanê (Gola Cenevreyê).

Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê beriya civînê spasiya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê kir ku wî ji bo civînekê hewl da.

Putîn wiha got: "We rêwitiyeke dirêj kir, hûn pir xebitîn. Lê di têkiliyên Amerîka û Rûsyayê da gelek pirsgirêkên divê di asteke bilind da bên nirxandin hene. Ez hêvî dikim civîna me baş derbas bibe."

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê jî daxuyand ew ê bi Putîn ra hewl bidin hevkariya di navbera herdu welatan da û qadên berjewendiyê diyar bikin û wiha got: "Hevdîtina rûbirû her tim baştir e."

Tê texmînkirin civînê 4 saetan dewam bike, piştî wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 18.45an da Putîn, di saet 20.00î da jî Bîden wê civînên cuda yên çapemeniyê li dar bixin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın