Muhammet Kurşun
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya heyeta Federasyona Komeleyên Kurdên Welatên Sovyeta Berê kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, heyeta mêvan ji bo ezimandinê sipasiya Barzanî kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Herwiha heyeta mêvan pêzanîna xwe ya li ser xebat û westîna Mesûd Barzanî kir û li ser rola Mela Mistefa Barzanî sekinîn ku ji bo Kurdên Sovyetê bûye cihê hêviyê.
Heyeta mêvan bîr û raya xwe wiha ragihand, "Em bi hemû hêza xwe piştevaniya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dikin. Herwiha em ji bo vê jî dixebitin.
Barzanî jî sipasiya heyetê kir û destnîşan kir ku Kurdên Sovyetê beşek e ezîz in ji Xelkê Kurdistanê.
Herwiha cih da van îfadeyan:
"Parastina pênase û resentiya niştîmanî û neteweyî, xebata herî mezin e. Kurdên Asyaya Navîn û Sovyeta Berê ev bi awayê herî baş birine serî."
Wek din Barzanî behsa referandûm û haziriyên ji bo serxwebûnê kir.