Dinya

Îsraîl li dijî Libnanê êrîşên dê bi rojan bidomin dan destpêkirin

Burak Dağ  | 02.03.2026 - Rojanekırın : 02.03.2026
 Îsraîl li dijî Libnanê êrîşên dê bi rojan bidomin dan destpêkirin

Quds

 Eyal Zamîrê Sererkanê Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Libnanê êrîşên dê bi rojan bidomin dan destpêkirin.

Zamîrê Sererkan îdia kir ku ew ê êrîşan bibin ser hedefên Hizbullaha ku piştî kuştina rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney wekî bersiv, êrîşî Îsraîlê kir.

Zamîr diyar kir êrîşa ku wan li dijî Libnanê da destpêkirin, muhtemelen dê çend rojan dewam bike û wiha got, "Me li dijî Hizbullahê herekateke êrîşê da destpêkirin. Divê em xwe ji bo pevçûnên ku dê bi rojan dewam bikin amade bikin."

Zamîr bal kişand ku ew ê li dijî Libnanê êrîşên bênavber ên pêl bi pêl pêk bînin.

Heyva Sor a Îranê: Hejmara kesên di êrîşên Îsraîl-Amerîkayê da hatin kuştin derket 555yan,

Saziya Heyva Sor a Îranê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîl-Amerîkayê da hatin kuştin derket 555yan.

Ajansa Nûçeyan a Farsê daxuyaniya nivîskî ya Saziya Heyva Sor a Îranê weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di êrîşên dijî 131 cih û waran da 555 kes hatin kuştin."

Di daxuyaniyê da li ser hejmara birîndaran agahî nehat dayîn.

Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî eyaleta Azerbeycana Rojhilat a Îranê da 27 sivîl hatin kuştin

Hat ragihandin ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî eyaleta Azerbeycana Rojhilat a Îranê da 27 sivîl hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Mecîd Ferşiyê Midûrê Giştî yê Rêveberiya Afatan a Eyaleta Azerbeycana Rojhilat der heqê mijarê da agahî da.

Ferşî wiha got, "Di 2 rojên dawîn da li Tebrîz û her wiha navçeyên Serab, Meraxe û Şebesterê di êrîşên li dijî hin cihan da 27 sivîl hatin kuştin."

Ji aliyekî din va hat diyarkirin, di êrîşa asîmanî ya dijî Senendecê da jî 2 kes hatin kuştin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın