Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi 10 baregehên eskerî va dagirkeriya xwe didomîne
Damascus
Di mehên ewil ên ku rejima Beasê têk çû da Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşên xwe yên esmanî zêde kirin û ji Girên Golanê yên ku dagir kiribûn, derbasî aliyê herêma tamponê bû û li cihê ku divê vala bimîne, dest bi fealiyetên eskerî kir.
Baregehên ku Îsraîlê ava kirin, bi gelemperî nêzî girên stratejîk û rêyên sereke ne.
Bi taybetî baregehên devera çiyayî ya Quneytrayê wisa hatine avakirin ku gundên derdorê dibînin û dema ku çûyîn û hatinek çêbe, ji baregehan va tê xuyanê.
Piştî têkçûna rejima Esed, Îsraîlê li gundên Cibata Haşab, Kirs Nakil û Qehtanyayê yên bajarê Quneytrayê di nava herêma tampon da baregehên eskerî ava kirin, li gundê Kawdeneya ku dervayî herêma tampon e jî baregehek ava kir.
Di 3 mehên dawî da jî Îsraîlê "Peymana Cihêkirina Hêzan" cardin binpê kir û li gundên Şecere, Maerye û Abîdînê yên Derayê û gundên Tlûl Humr, Hamidiye û Bendava Mantarayê yên Quneytrayê her yekî baregeheke eskerî ava kir.
Piştî têkçûna rejima Sûriyeyê jimara baregehên ku Îsraîlê li Sûriyeyê ava kirin, derket 10an.
Baregeha li gundê Tlûl Humrê 40 kîlomêtre dûrî paytext Şamê ye. Li herêmê baregeha herî mezin a ku Îsraîlê ava kiriye jî li gundê Cîbata Haşabê ye.
Artêşa Îsraîlê piştî ku li gundê Hamidiyeyê baregeh ava kir, nêzî 6 hezar kesan ji ber fikara ewlehiyê gundê xwe terikand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
