BEXDA
Alîkarê Sedam Huseyîn, Îzzet Îbrahîm ed-Dûrî yê ku di pevçûna 17ê nîsanê de hat kuştin, piştî ku Sedam Huseyîn di 2006an de hat idamkirin û şûnde bibû serokê Partiya Baasê ya ku ji 2006an û şûnde bi awayekî îllegal fealiyet dikir.
Dûrî, li Dora bajaroka ser Tîkrîtê ji dayik bû û ji 20 saliya xwe vir ve endamê Partiya Baasê ya Iraqê bû. Ji ber ku Sedam Huseyîn wek "Îzzet" xîtabî wî dikir, raya giştî jî wî bi ev navî nas dikir. Dûrî piştî endamtiya Partiya Baasê di demeke kurt de di meqamên paye bilind de hat wezîfedarkirin.
-Dûrî heta nîsana 2003yan alîkarê Sedam Huseyîn bû.
Dûriyê ku berî di operasyona hêzên êşîrê sunî ku Heşdî Şabiya milîsên şiî piştgirî dida wan de hat kuştin di Wezareta Ziraet û Karên Navxweyî de, di meqamên paye bilind de şixulî. Dûrî berî ku bû alîkarê Sedam di meqamên paye bilind ên leşkeriyê de jî xebitî.
Dûrî di derbeya 17ê tîrmeha 1968an de piştgirî da Sedam Huseyîn. Tê gotin ku di daxistina serokomarê wê dewrê Abdurrahman Arîfê de, xwedî roleke girîng bû.
-Tehdîta Helebçeyê
Îzzet Dûriyê ku di rejima Baasê de xwedî rolekî girîng bû, bi geflêxwarina ser kurdan a "Heke ku we Helebçeyê ji bîr kir, em amadene ku çalakiyeke bi heman şiklî li dar bixin" dihat nasîn.
Di Şerê Îran û Iraqê yê navbera 1986-1988an qewimî de, di çarçoveya hereketa El-Enfalê de, bi çekên kîmyewî êrîş biribûn ser kurdên li bakûrê Iraqê û di êrîşê de zêdetirî 5 hezar însan miribûn û zêdetirî 7 hezar însan jî birîndar bibûn.
Dûrî di 1998an de Kerbelaya ku herî zêde lê şiî dijîn ziyaret kiribû û li vir rastî sûîkastekê hatibû û jê sax xilas bibû.
-Piştî 2003yan rewşa Dûrî
Îzzet Dûriyê alîkarê Sedam Huseyîn, piştî ku DYAyê midaxaleyê bûyerên 2003yan kiribû ji holê winda bibû. Lê belê demekî şûnde ragihand ku şaxa Partiya Baas Sosyalîst a Ereba li Iraqê damezrandiye û serokatiya şaxê dike.
Herwiha navê Dûrî di listeya DYA û hêzên koalisyonê ya kêsên li wan digerin de jî di rêza 6an de bû.
Rêvebiriya Washîngtonê jî ragihandibû ku kî Dûrî mirî an zindî bigre û teslîmî wan bike, dê 10 milyon dolar xelatê bidin wî.
-Mîmarê îtifaqa Baas û DAEŞê
Dihat îdiakirin ku pêçiya wî di serhildana êşîrên sûnî yên dijî hikûmeta Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el-Malikî de heye û dihat îdiakirin ku bi DAEŞa rêxistina terorê re jî îtifaq kiriye.
Dûrî di 73 saliya xwe de, dema ku di nav milîtanên DAEŞê de şer dikir mir, ev yek jî îtifaqa ku Dûrî di navbera DAEŞ û Baasê de çêkiribû, piştrast dike.