Dinya

Îsraîl îsal jî bû dewleta ku li ser asta cîhanê herî zêde rojnamevanên ciwan kuştine

Mustafa Deveci  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Îsraîl îsal jî bû dewleta ku li ser asta cîhanê herî zêde rojnamevanên ciwan kuştine

Ankara

 Rojnamevanên Sînornenas (RSF) derbarê êrîşên li dijî endamên medyayê li ser asta cîhanê ya di sala 2025an da raporek weşand.

Li gorî raporê li cîhanê îsal 67 rojnamevanna di êrîşan da canê xwe ji dest da, ji nêzîkî nîvê wan Îsraîl berpirs e.

Di sala 2025an da di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da 29 xebatkarên çapemeniyê yên Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nîşan dide ku ji sedî 43yê rojnamevanên ku di nava salê da li seranserê cîhanê hatine kuştin, di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin.

Di raporê da hat destnîşankirin ku Îsraîl îsal weke dewleta ku li ser asta cîhanê herî zêde rojnamevanên ciwan kuştine hatiye tomarkirin.

Bal bo wê yekê hat kişandin ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023an vir va di êrîşên xwe yên li dijî Xezeyê da zêdetirî 220 rojnamevan kuştine.

Hat destnîşankirin ku Îsraîla ku wekî "dijminê herî xirab ê rojnamevanan" tê binavkirin, wekî welatê ku di 3 salên dawî da herî zêde endamên çapemeniyê kuştine, hatiye tomarkirin.

Her wiha di raporê da hat diyarkirin ku 20 rojnamevanên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.