Dinya

Îsraîlê ragihand, li rojavayê Îranê êrîşekî nû dan destpêkirin

Faruk Hanedar  | 22.06.2025 - Rojanekırın : 22.06.2025
Îsraîlê ragihand, li rojavayê Îranê êrîşekî nû dan destpêkirin

Quds

Piştî êrîşa Amerîkayê moşekên Îranê Tel Avîv û Hayfayê kirin armanc, artêşa Îsraîlê jî dijî Îranê êrîş dan destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand, li dijî rampayên agirkirina moşekan ên Îranê êrîş dan destpêkirin.

Hat daxuyandin Hêzên Esmanî yên Îsraîlê dijî "hedefên eskerî" yên li rojavayê Îranê bi moşekan êrîş dan destpêkirin, di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku rampayên agirkirina moşekan û eskerên Îranê jî berî vê hedef hatibûn girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû li Îranê êrîşên esmanî birin ser sê tesîsên nukleerê yên Fordo, Natanz û Îsfahanê.

Li Îsraîlê derdora saet 07.30an hatibû ragihandin ji Îranê moşek hatine agirkirin û Îsraîlê alarm dabû.

Servîsa acil a Îsraîlê Stêrka Kizil Davût daxuyandibû agahî hildane ku moşek û perçeyên şarapnelan li 10 cih û warên cuda ketine, li Hayfayê li naverasta welêt Shephelah û derdora Tel Avîvê li herêma Dan Gushê xisar çêbû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın