Dinya

Îsraîlê ragihand ku êrîşî hedefeke nêzîkî Qesra Serokomariyê ya Sûriyeyê kiriye

Esat Fırat  | 02.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Îsraîlê ragihand ku êrîşî hedefeke nêzîkî Qesra Serokomariyê ya Sûriyeyê kiriye

Quds

 Îsraîlê ragihand ku hedefeke nêzîkî Qesra Serokomariyê ya Sûriyeyê kiriye armanc.

Li gorî nûçeya KANa televizyona dewletê ya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz der barê êrîşa dijî Sûriyeyê da daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku pevçûn bi êrîşa komên Durzî ya li dijî hêzên ewlekariyê yên bi ser hikûmeta Sûriyeyê, dest pê bûne, wiha hat gotin: "Me li dijî hedefeke nêzîkî Qesra Serokomariyê ya Sûriyeyê êrîş li dar xist."

Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku ew ê îznê nedin ti hêzek li başûrê Şamê bên bi cihkirin û wiha hat gotin, "Ev peyameke vekirî ye ji bo hikûmeta Sûriyeyê, em ê îznê nedin ti tehdîdeke li dijî civaka Durziyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın