Îsraîlê ragihand ew agirbesta ku Trump eşkere kir ya bi Îranê ra qebûl dike

Quds
Hikûmeta Îsraîlê îdia kir ku wê gefên Îranê yên li dijî xwe ji holê rakiriye û ew pêşniyaza agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Îsraîlê da hat gotin Serokwezîr Binyamîn Netanyahu bi şev bi Wezîrê Parastinê Yîsrael Katz, Sererkan Eyal Zamîr û Rêvebirê Mossadê Davîd Barnea ra hevdîtinek kir.
Hat gotin raporên ku hatin pêşkêşkirin nîşan didin ku di êrîşên xwe yên li ser Îranê da Îsraîlê "hemû armancên xwe bi dest xistine."
Îsraîlê îdia kir ku wê gefa bernameyên çekên nukleer û moşekan ya li Îranê ji holê rakiriye û ew pêşniyaza agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya bi Îranê ra qebûl dike.
Her wiha hat îdiakirin ku heke agirbest bê binpêkirin, Îsraîl wê "bi tundî bersivê bide".
Di çapemeniya Îranê da nûçeyên der barê agirbestê dest pê kiriye da hatin weşandin, lê hê ji hêla Tehranê va daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku di navbera Îsraîl û Îranê da "agirbesta yekalî çêbûye" û agirbestê serê sibê dest pê kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.