Îsraîlê li Xezeyê dîsa êrîşî kesên li benda alîkariyê bûn, kir: 11 kes hatin kuştin û 84 kes birîndar bûn

Istanbul
Artêşa Îsraîlê sivîlên li aliyê navîn ê Xeta Xezeyê li benda alîkariyê bên hedef girt, di êrîşê da 11 Filistînî hatin kuştin, 84 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin hildan hêzên ewlehiyê êrîşî Filsitîniyên ku bi birçîbûnê ra rû bi rû ne yên ku nêzî Korîdora Netzarîmê ya li başûrê Xezeyê li benda alîkariyû bûn, kir.
Di êrîşê da li gor tesbîtên ewil 11 Filistînî hatin kuştin, 84 kes birîndar bûn.
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji sibehê va bir ser herêmên cuda yên li Xeta xezeyê da 69 kes hatibûn kuştin.
Piştî êrîşa dawîn jimara kesên ku di êrîşên Îsraîlê seranserê rojê kuştin derket 80 kesî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.