Dinya

Îsraîlê heta ku nasnameya 4 cesedên teslîm hildane bê teşxîskirin, berdana 46 Filîstîniyan taloq kir

Qais Omar Darwesh Omar, Muhammed Emin Canik  | 27.02.2025 - Rojanekırın : 01.03.2025
Îsraîlê heta ku nasnameya 4 cesedên teslîm hildane bê teşxîskirin, berdana 46 Filîstîniyan taloq kir

Ramallah

 Cemiyeta Dîlên Filistînî ragihand ku Îsraîlê di tura heftemîn a pevguhertina dîlan da teslîmkirina 46 Filistîniyan taloq kir û wek hincet jî got heta ku nasnameya dîlên Îsraîlî yên ku cinazeyên wan teslîm hildane neyên diyarkirin, ewê 46 Filistînî neyên berdan.

Berpirsa Çapemeniyê ya Cemiyeta Dîlên Fîlîstînî Emanî Serahîneyê got rayedarên Îsraîlî bi şev 602 Filistînî berdan.

Serahîneyê wiha got: "Îsraîlê berdana 46 dîlên Filistînî yên ku di nav wan da jin û zarok jî hene taloq kir û got heta ku cinazeyên 4 dilên ku di tura 7emîn a pevguhertina dîlan da teslîm hildabûn bên teşxîskirin ewê neyên berdan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın