Îsraîlê êrîşên esmanî bir ser herêmên li başûr û rojhilatê Libnanê
Beyrut
Artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî bir ser herêmên li başûr û rojhilatê Libnanê.
Artêşa Îsraîlê peymana agirbestê ya ku di Mijdara 2024an da hat îmzekirin binpê dike.
Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê, balafirên şer yên Îsraîlê li bajarê Nebatiyeya li başûrê Libnanê herêma ku bajarokên Mehmûdiye, Ayşiyye û Çarmak lê ne û her wiha Çiyayê Rafiyê hedef girtin.
Balafirên şer yên Îsraîlê her wiha du êrîş li dora bajarokê Şemstar ku li rojavayê Baalbeka li rojhilatê welêt e, pêk anîn.
Dîmenên li ser medyaya civakî nîşan didin ku piştî êrîşa Îsraîlê dû ji herêmê bilind dibe.
Rayedarên Libnanî hîn derbarê êrîşan daxuyaniyek nedane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
