Dinya

Îsraîlê êrîşên esmanî bir ser gelek deverên Libnanê

Ethem Emre Özcan, Mustafa Deveci  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Îsraîlê êrîşên esmanî bir ser gelek deverên Libnanê

Beyrut

 Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên esmanî birin ser herêmên başûr û rojhilat ên Libnanê.

Îsraîl guh nade peymana agirbestê ya di 27ê Mijdara 2024an da çêbû û êrîşên xwe yên li ser Libnanê didomîne.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê NNAyê, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêma derdora bajaroka Bavadiyê ya li rojavayê Baalbekê ya li rojhilatê Libnanê û herêma Zagrînê ya li gundewar a Hermelê kirin.

Balafirên Îsraîlê li başûr êrîşî herêma ku bajarokên Deyr Seryan û Qasir lê ne, bajaroka Zotarê, Girên Reyhanê yên li herêma Cîzzînê û herêmên derdora bajarokên Curet Hudur, Qetranî û Kefr Hunayê dihewîne kirin.

Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin nîşan didin ku ji gelek cihên êrîş lê hatine kirin dûman radibe.

Rayedarên Libnanê derbarê kuştiyan da hê tu agahî nedan.

- Artêşa Îsraîlê: Me êrîşî hedefên Hizbullahê kir

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke nivîskî da ragihand ku wan êrîşî gelek deverên başûr û navenda Libnanê kirine.

Hat daxuyandin ku depoyên çekan û binesaziya eskerî jî di nav da êrîşî gelek hedefên Hizballahê hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın