Îran: Me 4 SÎHAyên tîpa MQ-9 û Orbîterê ya Amerîka û Îsraîlê daxistin
Ankara
Îranê daxuyand ku ji duh va li esmanê eyaleta Îsfehanê bi tîpa MQ-9ê 3 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên çekdar (SÎHA) ên Amerîkayê û bi tîpa Orbîterê wesayîteke esmanî ya bêfirokevan a çekdar (SÎHA) a Îsraîlê ji aliyê pergalên parastina esmanî va hatin daxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Artêşa Mihafizên Şoreşê hat dayîn, duh 2 SÎHAyên tîpa MQ-9ê yên Amerîkayê li esmanê Îsfehanê ji aliyê tora parastina esman a entegre va hatin daxistin.
Artêşa Îranê jî daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku îro serê sibehê li ser Îsfehanê SÎHAyeke din a tîpa MQ-9ê ji aliyê pergalên parastina esmanî va hat daxistin.
Her wiha hat daxuyandin ku duh li eyaleta Elburzê jî SÎHAyeke tîpa Orbîterê ya Îsraîlê hat daxistin.
Hêzên Çekdar ên Îranê dîmenên radarê yên aîdê kêliya lêxistina SÎHAyên navborî weşand.
Li gor daxuyandina artêşê, bi vê midaxeleya dawîn va pergalên parastina esmanî li tevahiya welêt 146 wesayîtên esmanî yên Amerîka-Îsraîlê hatin daxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
