Dinya

Îran: Em ê bi tu awayî agirbestê îlan nekin

- Li Tehrana paytextê Îranê ya ku êrîşên Îsraîl-Amerîkayê lê dewam dikin gelek teqîn çêbûn. Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê: Nêzîkî Kuweytê tankereke neftê ya DYAyê hedeft hat girtin.

Tolga Akbaba  | 07.03.2026 - Rojanekırın : 07.03.2026
Îran: Em ê bi tu awayî agirbestê îlan nekin

İran

Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Îbrahîm Ezîzî got ku di pevçûnên di navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê da çêdibin da dê agirbestê îlan nekin.

Ezîzî li paytext Tehranê piştî nimêja înê ya li Mizgefta Musalaya Mezin a Îmam Xumeynî hat kirin dema xwepêşandanên dijî Amerîka û Îsraîlê hatin kirin da axivî.

Ezîzî diyar kir ku divê hemû rayedarên li welêt rêya Elî Xamaney bişopînin û li sehayê cî bigirin û li ba gel cî bigirin û got ku "Em ê bi tu şertê agirbest yan jî mizakereyê îlan nekin."

Ezîzî her wiha destnîşan kir ku divê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê bên cezakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya îro da gotibû ku "Tenê dê bê şert û merc teslîmbûna Îranê" qebûl bikin.

- Li Tehrana paytextê Îranê gelek teqîn çêbûn

 Ji  aliyeki din, li Tehrana paytextê Îranê ya ku êrîşên Îsraîl-Amerîkayê lê dewam dikin gelek teqîn çêbûn.

Nûçegihanê Tehranê yê AAyê da zanîn ku li paytextê Îranê 4 cih hedef hatin girtin.

Nûçegihanê AAyê ragihand ku dengê teqînan hat bihîstin û ji herêmên cihê yên bajêr dûman bilind bû û da zanîn ku car carna dengê jetên şer jî tê bihîstin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat îdiakirin ku li Tehranê rayedarekî Îranî ya payebilind di êrîşa asîmanî da hedef hat girtin.

Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku kesê hedef hat girtin rayedarekî payebilind e ku ji ofîsa Elî Xamaneyê serokê Îranê yê hat kuştin e.

- Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê: Nêzîkî Kuweytê tankereke neftê ya DYAyê hedeft hat girtin

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku nêzîkî sînorên Kuweytê tankereke neftê ya DYAyê hedeft hat girtin û agir avêt tankerê.

Televizyona dewletê ya Îranê daxuyaniya Baregaha Xatemul Enbiya ya ser bi Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ya derbarê mijarê da weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Nêzîkî sînorên Kuweytê tankereke neftê ya DYAyê hedeft hat girtin û agir avêt tankerê."

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın