QUDÛS
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat ji bo hin têkiliyên fermî çû Îsraîlê, beriya hevdîtina Netanyahu û Muscat civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin û Netanyahu di civînê de der barê mûzakereyên di navbera 5 endamên daîmî yên Konseya Ewleyiyê ya NYyê û Almanyayê (P5+ 1) ya ku Yekitiya Ewropayê (YE) û Îran serokatiya wê dike de got ku Îran ji bo ku tengavkirinên li ser wê rabin, bêçune hewl dide. Bila îran bê hêvî be.
Netanyahu bal kişand ku mûzakere heyama ku Îran ji ber tengevkirinên aborî dibin tehdeyê de ye, dest pê kir. Netanyahu wiha got: "Em nêzikî armancên xwe bûne, di wextekî wiha de rakirina tengavkirina xeletiyek e."
Netanyahu dest nîşan kir ku Îranê ji bo çareserkirina bi aştiyane û riya dîplomatîk, derfetek bi dest xist û îdia kir ku Îran encax bi zext û zora civaka navneteweyî dê dev ji xebatên xwe yên nûkleer berde.
Muzakerayan Nûnera Bilind a Polîtîqayên Ewlehiyê û Karên Derve ya YEyê Catherîna Ashton û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cevad Zarif bi rê ve dibin.