Îranê jê gelek dijî herêma Dîmonayê, bi 6 pêlên moşekan va êrîşî Îsraîlê kir
Quds
Îrana ku Amerîka û Îsraîl êrîşên xwe yên hevbeş dijî wê didomînin, di nav rojê da 6 pêlên êrîşên tolhildanê yên dijî Îsraîlê kir ku piraniya wan herêma başûr e ku Santrala Nukleerê ya Dîmonayê jî lê ye.
Îranê ji nîvê şevê pê va dem demî dijî Îsraîlê 6 pêlên êrîşên moşekî kir ku ji wan 5 dijî başûrê Îsraîlê û yek jî dijî navenda wê hat kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya vê dawiyê da hat destnîşankirin, hatiye tespîtkirin ku ji Îranê moşek hatin avêtin û pergalên parastina hewayî hewl didin ku wan asteng bikin.
Televizyona Kanal 12yê ya Îsraîlê ragihand ji ber moşekên ku ji Îranê hatine avêtin, li herêma başûr a ku Santrala Nukleerê ya Dîmonayê jî lê ye sîrenan lêxist.
Xizmeta alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dawûd a Sor daxuyand ji ber ku perçeyên moşekên ku Îranê avêtin li herêma Dîmonayê ket, 20 kes bi sivik birîndar bûn.
Rojnameya Yedîoth Ahronoth a Îsraîlê ragihand ku perçeyên moşekan li 12 deveran ketin û avahiyek jî piştî ku moşek lê ket hilweşiya.
Di nûçeyê da hat diyarkirin 5 kes li herêma ku avahî hilweşiyaye û 15 kes jî li stargeheke kamuyê ya ku ji ber perçeyên moşekê lê ket bi sivik birîndar bûn.
