Îranê daxuyand, di êrîşên ku Îsraîlê 12 rojan kirin da jimara kuştiyan derket hezar û 100î

Tahran
Îranê daxuyand, di êrîşên ku Îsraîlê 12 rojan ser hev kirin da 126 jê jin û 41 jê zarok bi tevahî jimara kuştiyan derket hezar û 100î.
Alîkarê Serokomarê Îranê û Serokê Şehîd û Xaziyan Seîd Ohedî diyar kir, di êrîşa ku Îsraîlê anî ser Îranê da jimara kuştiyan derket hezar û 100î, ji van hezar û 60 li tevahiya welêt bi merasiman hatin definkirin.
Ohedî got, "Ji van şehîdan 126 jin, 41 jî zarokên bêguneh in ku rastî êrîşa Îsraîlê hatin."
Rayedarê Îranî daxuyand ku di êrîşan da li tevahiya welêt 5 hezar û 600 kes birîndar bûn, 160 birîndar hê li nexweşxaneyan tedawî dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 30ê Hezîranê da daxuyandibû ku di êrîşên Îsraîlê da bi tevahî jimara kuştiyan derket 935an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.