Îranê bertek nîşanî sozê "îlhaqê" yê Netanyahu da
Wezareta Karên Derva ya Îranê bertek nîşanî weda ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gotibû ew ê Geliyê Urdunê yê li Şerîeya Rojava "îlhaqî Îsraîlê bike", da

Tahran
Wezareta Karên Derva ya Îranê bertek nîşanî weda ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gotibû ew ê Geliyê Urdunê yê li Şerîeya Rojava "îlhaqî Îsraîlê bike", da.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Ebbas Mûsewî daxuyaniya nivîskî da û li ser daxuyaniya Netanyahu sekinî.
Mûsewî diyar kir ku Îranê daxuyaniya Netanyahu şermezar kir û hin welatên Ereban sûcdar kir ku bi Netanyahu ra mitefîq in û ev jî firsendê dide Îsraîlê da ku polîtîkayên xwe bimeşîne.
Mûsewî got, "Netanyahu ji bo dengan bistîne û ji bo ku îqtidarê ji destê xwe neke, radibe rojekê Îranê sûcdar dike, rojekê soz dide ku axa mayî ya Filistînê îlhaq bike."
- Soza Netanyahu ya ji bo îlhaqê
Netanyahu beriya hilbijartina pêşwext a wê di 17ê îlonê da çêbibe daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û gotibû di nav demeke kin da Geliyê Urdunê ya li Şerîeya Rojava wê tevî axa Îsraîlê bê kirin.
Beriya hilbijartina 9ê nîsanê jî Netanyahu gotibû heke ew di hilbijartinê da serkeftî bibe ewê vî soza xwe bi cih bîne. Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Davîd Frîedman jî piştgirî dabû Netanyahu û gotibû heqê Îsraîlê heye ku hin cihên Şerîeya Rojava îlhaq bike.
Li Şerîeya Rojava ya ku Îsraîlê di sala 1967an da dagir kir, nêzîkî 250 cih û warên Cihûyan ên dereqanûnî hene û li van deran ji 400 hezarî zêdetir Cihû dijîn.
Li gor hiqûqa navneteweyî li ser erdên dagirkirî hemû cih û warên Cihûyan dereqanûnî ne.
Ji NYê daxuyaniya "Sozê îlhaqê yê Netanyahu binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye"
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser weda ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gotibû ew ê Geliyê Urdunê yê li Şerîeya Rojava "îlhaqî Îsraîlê bike" got, "Gavên wiha hiqûqa navneteweyî binpê dikin û zirarê didin potansiyela aştiya herêmî. Bi awayekî cidî zirarê dide çareseriya dudewletî û pêşiyê lê dibire."
Dujarric daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî weda Netanyahu da.
Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NYê ji ber daxuyaniyên Netanyahu gelekî bi fikar e û wiha dewam kir, "Gavên wiha hiqûqa navneteweyî binpê dikin û zirarê didin potansiyela aştiya herêmî. Bi awayekî cidî zirarê dide çareseriya dudewletî û pêşî lê dibire."
Dujarric diyar kir ku pirsgirêka Îsraîl û Filistînê divê li gor biryarên NYê û sînorên beriya 1967an bibin bingeh û bi çareseriya dudewletî çareser bibe.
- Soza Netanyahu ya ji bo îlhaqê
Netanyahu beriya hilbijartina pêşwext a wê di 17ê îlonê da çêbibe daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û gotibû di nav demeke kin da Geliyê Urdunê ya li Şerîeya Rojava wê tevî axa Îsraîlê bê kirin.
Beriya hilbijartina 9ê nîsanê jî Netanyahu gotibû heke ew di hilbijartinê da serkeftî bibe ewê vî soza xwe bi cih bîne. Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Davîd Frîedman jî piştgirî dabû Netanyahu û gotibû heqê Îsraîlê heye ku hin cihên Şerîeya Rojava îlhaq bike.
Li Şerîeya Rojava ya ku Îsraîlê di sala 1967an da dagir kir, nêzîkî 250 cih û warên Cihûyan ên dereqanûnî hene û li van deran ji 400 hezarî zêdetir Cihû dijîn.
Li gor hiqûqa navneteweyî li ser erdên dagirkirî hemû cih û warên Cihûyan dereqanûnî ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.