19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê li herêma kêmkirina rageşiyê, sewqiyata Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ya ji bo avakirina noqteyên çavdêriyê dewam dike.
Konvoya wesayîtên TSKyê duh derengiya şevê ji Reyhanliya navçeya Hatayê derbasî gundê Kahê bû û ji wir jî gihîşt noqteya nû ya çavdêriyê ya li dewrûbera rojavayê Helebê.
Konvoya ku tê da gelek wesayîtên zirxpoş hene li ser xeta Îdlib-Efrînê bi pêş da çû û li noqteya çavdêriyê bi cih bû.
TSK di 12ê cotmehê da derbasî herêmê bûbû û li vê derê noqteyên çavdêriya agirbestê ava kiribûn. TSK herwisa bicihbûna xwe ya li ser xeta Îdlib-Efrînê didomîne. Di dema pêşiya me da gav bi gav ji bakurê Îdlibê ber bi jêrê va TSK wê 12 noqteyên çavdêriya agirbestê ava bike.