Dinya

Îngiltere û 21 hevbeşên navneteweyî, biryara Îsraîlê ya firehkirina dagîrkeriyê li axa Filistînê şermezar kirin

Zuhal Demirci  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Îngiltere û 21 hevbeşên navneteweyî, biryara Îsraîlê ya firehkirina dagîrkeriyê li axa Filistînê şermezar kirin

İngiltere

Îngiltere û 21 hevbeşên navneteweyî, biryara Îsraîlê ya pesendkirina "Projeya E1"ê ya firehkirina dagîrkeriyê li axa Filistînê şermezar kirin û banga demildest paşda vegerandina biryarê kirin.

22 hevbeşan ku Îngiltere, Kanada û YE jî di nava wan da ye, derbarê axa Filistînê ya dagîrkirî daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Biryara Komîteya Plandanîn a Bilind a Îsraîlê ya pesendkirina planên bînasaziyê ya li herêma E1ê ya li Qudsa Rojhilat, nayê qebûlkirin û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Em vê biryarê şermezar dikin û bangawazî dikin demildest ev biryar paşda bê vegerandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın