ÎHHyê li Xezeyê dest bi xebatên rakirina enqazan û paqijiyê kir

Istanbul
Weqfa Alîkariya Însanî ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) li Xezeya ku ji ber êrîşên Îsraîlê xira bûye dest bi xebatên rakirina enqazan û paqijiyê kir.
Li gor daxuyaniya weqfê ÎHH li Xezeyê xebateke nû dike.
Di vê çarçoveyê da li bakurê Xezeyê xebatên paqijiya hawirdor, vekirina rê û rakirina kavilan dan destpêkirin.bi vî awayî lez dan xebatên pêvajoya başkirina li herêmê.
Armanca xebatan ew e ku qadên jiyanê yên gelê herêmê bînin rewşeke wisa ku dîsa bikarin lê bijîn û bi xebatan va ji bo vekirina kûçe û kolanên di nav kavilan da mane makîneyên kar ên giran li sehayê aktîf peywir dikin.
Weqfa ku li Xezeyê di gelek warên wekî xurek, êwirîn, hijyen, piştgiriya psîkososyal û tenduristiyê da fealiyet dike bi xebatên paqijiya hawirdor va jî dê piştgiriya xwe ya bo Xezeyê bidomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.