Türkan Tosun
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Li Reya bajarê Îranê di xebatên firehkirina Tirba Ebdilezîm de mumyayek hat dîtin. Tê îdiakirin ev mumya yê Şah Riza Pehlewî ye.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Hesen Xelîlabadê Serokê Komîteya Turîzm û Mîrata Çandî ya Konseya Îslamê ya Tehranê daxuyand li bajarê Reyê di xebatên ji bo firehkirina Tirba Ebdilezîm de mumyayek hat dîtin
Xelîlabad got dibe ku ev mumya yê Şah Rizayê hikûmdarê berê yê Îranê be, ji ber vê rayedar wê li ser lêkolînê bikin.
Şah Riza di sala 1925an de li Îranê bingeha xanedaniya Pehlewî ava kir û bû desthilatdar. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de dema ku Îngiltere û Yekîtiya Sovyetan Îran dagir kirin Şah sirgûnê Afrîkaya Başûr kirin. Şah Riza di sala 1944an de li Afrîkaya Başûr mir. Cesedê wî li Misrê hat mumyakirin û demeke dirêj li Qahireyê Mizgefta Rifaî de hat veşartin. Mumya di sala 1950an de anîn Îranê û li bajarê Reyê bi merasimê va di bin mozoleyekê de hat binaxkirin. Mozoleya Şah Riza piştî Şoreşa Îranê ya 1979an bi pesendkirina Ayetullah Xumeynî hat xirabkirin.