Dinya

Êrîşa ku li Bexdayê berî eydê roja erefatê hat kirin rêxistina terorê DEAŞê hilda ser xwe

Mehmet Nuri Uçar  | 20.07.2021 - Rojanekırın : 21.07.2021
Êrîşa ku li Bexdayê berî eydê roja erefatê hat kirin rêxistina terorê DEAŞê hilda ser xwe

Iraq

 Êrîşa ku duh li paytexê Iraqê Bexdayê hat kirin û 30 kes hatin kuştin, rêxistina terorê DEAŞê hilda ser xwe.

Di daxuyaniya li ser malpera nêzîkî rêxistina terorê da hat ragihandin, êrîşa xwekujiyê ya ku li firoşgeheke gel a li paytext Bexdayê hat kirin, DEAŞê kir.

Di teqîna li firoşgeha gel a li paytext Bexdayê da ya ku berî eydê roja erefeyê di saeteke ku firoşgeh qelebalix e hatibû kirin, li gorî encamên destpêkê 30 kes hatibûn kuştin, 60 kes jî birîndar bûbûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî telîmat dabû ku fermandarê berpirsê herêma ku teqîn lê çêbû were binçavkirin û der heqê êrîşê da lêpirsîn were destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın