Cemal Kaşikçi

Ji YEyê peyama Kaşikçi

YE: "Li ser cinayetê ra salek derbas bû, lê hê gelek pirs nehatine bersivandin. YE bangewaziya xwe dubare dike ku lêpirsîneke zelal bê vekirin û berpirs werin cezakirin"

İbrahim Atmaca  | 02.10.2019 - Rojanekırın : 03.10.2019
Ji YEyê peyama Kaşikçi

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Yekîtiya Ewropayê (YE) destnîşan kir ku ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî ra salek derbas bû, lê hê gelek pirs nehatine bersivandin û bangewaziya xwe dubare kir ku lêpirsîneke zelal bê vekirin û berpirs werin cezakirin.

Ji ber ku salek ser kuştina Kaşikçi ra derbas bû, YEyê daxuyaniya nivîskî weşand û destnîşan kir ku rojnamegerê rêzdar hê çavkaniya îlhamê ye.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li ser cinayetê ra salek derbas bû, lê hê gelek pirs nehatine bersivandin. YE bangewaziya xwe dubare dike ku lêpirsîneke zelal bê vekirin û berpirs werin cezakirin."

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku gelek rojnamegerên mîna Kaşikçi jî rastî êrîşan hatin û YE girîngiyeke mezin dide parastina azadiya çapemeniyê û mensûbên çapemeniyê.

- Cinayeta Kaşikçi

Kaşikçiyê rojnamevanê ji Erebistana Siûdî ji bo karûbarên xwe yên zewacê di 2yê cotmeha 2018an da çûbû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û li wê derê hatibû kuştin.

Komîseriya Bilind a Mafên mirovan ya NYyê di hezîranê da rapora 101 pelgî eşkere kiribû û ji ber kuştina Cemal Kaşikçi Erebistana Siûdî berpirsyar nîşan dabû.

Di raporê da hatibû gotin ku di destê wan da delîlên nîşan didin ku divê li ser Mihemed Bîn Selman jî tev hin rayedarên Erebistana Siûdî lêkolîn were kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın