Cemal Kaşikçi

Di doza kuştina Kaşikçi da der barê 5 kesan da biryara cezayê îdamê

Serdozgeriya Erebistana Siûdî di doza kuştina Kaşikçi da der barê 5 kesan da biryara îdamê da

Türkan Tosun  | 23.12.2019 - Rojanekırın : 24.12.2019
Di doza kuştina Kaşikçi da der barê 5 kesan da biryara cezayê îdamê

Ankara

 Berdevkê Serdozgeriya Erebistana Siûdî Şelan eş-Şelan li Riyadê di çapemeniya civînê da daxuyand doza rojnamevan Cemal Kaşikçiyê ku di Cotmeha 2018an da li Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî bi hovane hatibû kuştin temam bû.

Şelan got di doza ku 11 kes dihatin darizandin da der barê 5 kesan da cezayê îdamê hat dayîn û 3 kesên ku dixwestin kuştina wî veşerîn jî tevahî 24 sal cezayê hepsê hildan.

Berdevk Şelan anî ziman ev biryar ji bo temyîzê vekiriye, kîjan bersûcî çî ceza hildaye evê piştî biryara dawîn wê eşkere bibe.

- Kesên girîng nehatin sûcdarkirin

Der barê dozê da Şelan got kesên payebilind ên nêzîkî Mîrzayê Welîaht ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman hatine berdan, Şêwirmendê Qraltiyê Siûd el Kahtanî, Alîkarê Serokê Îstixbaratê yê berê Ehmed Asirî û Serkonsolosê Stenbolê yê berê yê Erebistana Siûdî Mihemed el Uteyyb bi sûcekî va nehatîne sûcdarkirin.

Amerîkayê ji ber berpirsyariya wan a kuştina Kaşikçi navê Kahtanî û Uteybî di nav 17 welatiyên Erebistana Siûdî yên ku mueyîde li wan bên kirin da nîşan dabû.

Asirî piştî kuştina Kaşikçi ji wezîfeyê hatibû hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.