Çand û huner

"Zulfîqar"ê ku hesingerê Qersî çêkir rastî eleqeyê tê

Latîf Baytarê ku li Selîma navçeya Qersê hesingeriyê dikie, mînanî "Zulfîqar"ê Hezretî Elî şûrekî terikî çêkir û dîtiyên şûr, şaş û metel dimînin.

İbrahim Atmaca  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
"Zulfîqar"ê ku hesingerê Qersî çêkir rastî eleqeyê tê

Kars

Latîf Baytarê ku li Selîma navçeya Qersê hesingeriyê dikie, mînanî "Zulfîqar"ê Hezretî Elî şûrekî terikî çêkir û dîtiyên şûr, şaş û metel dimînin.

Baytar îlhama çêkirina şûr ji bernameyeke têlevîzyonê hilda û li atolyeya xwe di nav du rojan da şûrekî du mêtre çêkir.

Şûrê terikî yê ku Baytar daniye kargeha xwe, rastî eleqeya şêniyên navçeyê tê.

Hesinger Baytar daxuyanî da rojnamegeran û got ku wî şûr li gor ebatên bernameya têlevîzyonê çêkir.

Baytar diyar kir ku wî şûr di du rojan da çêkir û wiha dewam kir:

"Zulfîqarê ku min çêkiriye, ji metalê hişk e. Piştî ku min hesin jêkir, min e ew biriqand û ji nîkelajê derbas kir. Paşê min vernîk kir û nivîsên wê nivîsîn û destiyê wî lê xist. Ez vê gavê li kargeha xwe nîşanî gel didim û ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne. Dilê min heye ez wek diyarî bidim hevalekî xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.