Çand û huner

Zenaetkarê Iraqî pîşeyê kalkê xwe yê hostetiya udê bi şewq didomîne

Haydar Karaalp  | 23.06.2021 - Rojanekırın : 24.06.2021
Zenaetkarê Iraqî pîşeyê kalkê xwe yê hostetiya udê bi şewq didomîne

Baghdad

 Hosteyê çêkirina udan ê Iraqî Mihemed Faîq li Bexdaya paytextê Iraqê di atolyeya piçûk a li quncekî mala xwe da pîşeyê kalikê xwe bi eşq û şewq didomîne.

Atolyeya Faîq a li herêma Urê ya Bexdayê di heman demê da roniyê dide ser dîroka hunerê ya ku li Iraqê vedigere salên 1930î.

Kalkê Faîq, Mihemed Fazil el-Awwad ê sala 1910an jidayikbûyî, ne bi tenê li Iraqê her wisa li hemû dinyayê wekî hosteyekî navdar ê udê tê naskirin. Peyva "Awwad" di Erebî da hem tê wateya yê ku udê çêdike û hem jî tê wateya yê ku li udê dixe. Ji ber vê çendê jî kalkê Faîq ev peyv wekî paşnav emlandiye.

Atolyeya Awwadê kalik li Kolana Reşîd e ku ji ciyên herî dîrokî û qedîm ên Bexdayê ye. Salên 1950yî ev kolan wekî navenda çêkirin û firotina udan bû. Li vê kolana dîrokî îro roj jî ew cure atolye hene ku ud di serî da alavên muzîkê tên çêkirin û firotin.

Muzîkjenên udê yên Iraqê yên herî navdar Munîr Beşîr (1930), Cemîl Beşîr (1921), muzîsyen û bestekarê navdar Nasir Şemme û hunermend Kazim el-Sahîr udên ku muzîka xwe pê îcra kirine, rasterast ji Awwadê kalik kirîne.

- "Ciwan zêde eleqeyê nîşanî udê nadin"

Dengê nazik ê uda ku Faîq taybet ji bo xwe çêkiriye ji atolyeyê olan dide.

Faîq li atolyeya xwe ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku ew bi ihtimam û şewqeke zêde pîşeyê kalkê xwe yê udçêkirinê didomîne.

Mihemed Faîq ku di heman demê da li zanîngehê mamosteyê konservatuarê ye, diyar kir ku piyase û aboriya welêt di rewşeke nexweş da ne, lê digel vê yekê jî ew li ser sîparîşên tên dayîn dixebite.

Hoseteyê udê yê Iraqî ji wê yekê bi gazinc e ku ciwan zêde eleqeyê nîşanî udê nadin."

Hoste Faîq axaftina xwe wiha domand:

"Ez carinan mehê 2 udan çêdikim. Heger li ser udê neqş hebin, çêkirina udeke bi vî rengî bi qasî 2 mehan diajo. Lê heger sade be, çêkirina wê bi qasî 40 rojî diajo. Navdariyeke me heye ku xwe dispêre kalikê me, lewma jî divê em udên çêdikin baş çêbikin. Bihayê udekî di navbera hezar û 2 hezar dolarî da ye. Turîstên tên Iraqê bi taybetî li me digerin, xwe bi me ra digihînin û udên em çêdikin dikirin û bi xwe ra dibin."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın