Çand û huner

Xîçên Mûnzûrê dibin berhemên hûnerê

Du jinên heval ên li Ovacika navçeya Tunceliyê dijîn xîçan ji Çemê Mûnzûrê kom dikin bi teknîkên cuda boyax dikin û difroşin, herdu jin bi vî awayî tevkariyê didin aboriya malbatên xwe

Haydar Şahin  | 14.08.2019 - Rojanekırın : 16.08.2019
Xîçên Mûnzûrê dibin berhemên hûnerê

Tunceli

Du jinên heval ên li Ovacika navçeya Tunceliyê dijîn xîçan ji Çemê Mûnzûrê kom dikin bi teknîkên cuda boyax dikin û difroşin, herdu jin bi vî awayî tevkariyê didin aboriya malbatên xwe.

Dîlan Şanli (25) û Eser Tat (26) ên ku li Ovacikê dijîn ji bo dema xwe derbas bikin xîç ji Çemê Mûnzûrê kom kirin û pê resim çêkirin.

Herdu jinan wêneyên berhemên ku wekî hobî çêdikirin li ser medyaya civakî parve kirin. Ji ber ku berhemên wan hatin ecibandin jî li Taxa Pulurê ji xwe ra atolye vekirin.

Herdu hevalan li ser xîçên ji Çemê Mûnzûrê kom dikin xalxalok, qîzela, guldexwîn, kûçik, pişîk û motîkên din xêz dikin û ji wan amûran çêdikin.

Herdu jin piraniya dema xwe li atolyeyê derbas dikin û amûrên bi kedeke mezin çêdikin jî li ser medyaya civakî difroşin. Dîlan û Eser ji bo siparîşan bigihînin çar aliyên Tirkiyeyê gelekî dixebitin.

- "Cureyan zêde dikin"

Dîlan Şayliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beşa maliyeyê ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Cumhuriyetê qedand.

Şayli got piştî qedandina perwerdeya zanîngehê hat Ovacikê û li vê derê dijî û wiha pê da çû: "Min û hevala min a Eserê wekî hobî dest bi boyaxkirina keviran kir. Me paşê kevirên boyaxkirî li ser medyaya civakî weşandin û eleqeyeke mezin dîtin. Me jî got em dest pê bikin an keviran bifroşin."

Şayliyê got kevirên dûz û bê dirik ên ji Çemê Mûnzûrê kom dikin di çêkirina berheman da bi kar tînin, ji ber ku zêde eleqeyê dibînin jî ji xîçan nîşaneyên klubên sporê çêdikin.

Şayliyê wiha got: "Her ku diçe em cureyên berheman zêde dikin. Heke xêzeke hêsan be em di nav 5 deqîqeyan da temam dikin. Lêbelê heke zor be jî di navbera 10 û 15 deqîqeyan da çêdikin."

Eser Tatê jî got ku beşa xebitandina turîzm û otêlê ya Zanîngeha Duzceyê qedandinye û ji bo dema xwe derbas bikin dest bi boyaxkirina xîçan kirin.

Tatê got dema dest bi vî karî kirin nedihat hişê wan ku ew ê evqasî eleqeyê bînin û wiha pê da çû: "Me wekî hobî dest pê kir li ser xîçan resm xêz kirin. Me digot em ê li malên xwe wekî xeml bi kar bînin. Me wêneyên berhemên xwe kişand û avête medyaya civakî. Gelek î hatin ecibandin. Kesên ku dîtin gotin, "Gelo hûn dikarin bifroşin me". Me jî hobiya xwe vegerande bazirganiyê. Em eleqeyeke mezin dibînin û kêfxweş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın