Nihat Kavşut
09 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2020
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji ber hewldanên dijî birçîbûnê û xebatên ji bona pêkanîna şert û mercên aştiyê yên li herêmên bandora pevçûnan lê heye dan Bernameya Xurekê ya Dinyayê (WFP).
Di daxuyaniya Komîteya Nobelê ya Norwecê da hat diyarkirin ji ber hewldanên dijî birçîbûnê û xebatên ji bona başkirin û pêkanîna şert û mercên aştiyê yên li herêmên di bandora pevçûnan da mane îsal Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2020an dane Bernameya Xurekê ya Dinyayê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Bernameya Xurekê ya Dinyayê ku dijî birçîbûnê hewl dide û li dinyayê saziya alîkariya însanî ya herî mezin e ku ewlehiya xwarin û xurekê teşwîq dike di 2019an da li 88 dewletan destek daye qederê 100 milyon însanên ku bûna qurbanê ewlehiya xurekê û birçîbûnê.