Çand û huner

Xalîçe û perdeyên kevin bi destê wênesazê ciwan ji nû va dikevin bazarê

Fevzi Kemal Karagöz  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Xalîçe û perdeyên kevin bi destê wênesazê ciwan ji nû va dikevin bazarê

Gaziantep

 Li Gazîantebê Ferhat Gumuşê 25 salî li ser xalîçe û perdeyên kevin resman xêz dike, bi vî karî him debara xwe dike him jî xalîçe û perdeyên kevin ji nû va daxilî bazarê dibin.

Gumuşê qasî 14 salan e resman xêz dike, 3 sal berê li Taxa Beg ya dîrokî atolyeya xwe ava kir.

Hunermendê ciwan li ser xalî û perdeyên kevin resman çêdike û difroşe.

Ferhat Gumuş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew herî zêde însanên ku çîrokeke wan, serhatiyeke wan heye xêz dike.

Gumuş wiha got: "Ez dixwazim xalîçe û perdeyên kevin ji nû va bikevin bazarê, bên bikaranîn. Ev fikra min jî ji wir hat."

Gumuş got ku ji bajarên cuda gelek kes eleqeyê nîşanî wêneyan didin, her wiha li ser medyaya civakî jî teleb heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın