Çand û huner

Wêneyên xelatgirtî yên Istanbul Photo Awards 2025an li New Yorkê tên nîşandan

Mücahit Oktay  | 21.10.2025 - Rojanekırın : 22.10.2025
Wêneyên xelatgirtî yên Istanbul Photo Awards 2025an li New Yorkê tên nîşandan

New York

 Pêşangeha 3yemîn a "Istanbul Photo Awards 2025" ya ji pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin pêk tê, li New Yorkê vebû.

Piştî nirxandina juriyê ya navneteweyî di 10 kategariyan da 29 wênekêş hatin xelatkirin.

Wêneyên ku bi bi ser ketin piştî Stenbol û Enqereyê li Blue Galleriyê ya li New Yorkê tên nîşandan.

Pêşbirk 11 sal e tê lidarxistin û îsal ji 114 nijadan wênekêş bi 22 hezar wêneyên xwe va serî li pêşbirkê dan.

Wêneyên ji êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê bigire heta lehiyên li Rojhilatê Afrîkayê, ji teqîna çiyayê agirîn ya li Îzlandayê bigire heta werzişvanên Olîmpiyatên Parîsê ya 2024an, ji têkoşîna jinên Efxan bigire heta sorfvanên Brezîlyayî yên li ser pelên mezin ên behrê, ji rêwîtiya bitalûke ya koçberan bigire heta gelek bûyerên girîng ên dinyayê di pêşangehê da tên nîşandan û ziyaretvan dikarin wan temaşe bikin.

Pêşangeh wê heta 26ê Cotmehê vekirî bimîne, paşê wê li cara 2yemîn li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê vekirin.

Di pêşbirkê da nûçe, werziş, siruşt, hawîrdor û jiyana rojane di gelek qadan da wêneyên tekane û rêzewêne tên nirxandin. Der barê van wêneyan da agahî ji "istanbulphotoawards.com"ê dikare bê hildan.

Pêşbirk îsal bi sponsoriya ragihandinê ya Turkcellê va hat lidarxistin. Serokatiya Ajansa Hevkarî û Koordînasyona Tirkan (TÎKA) û Rêhewayên Tirk (THY) jî wek sponsorê gihandinê piştgirî dan pêşbirkê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.