Çand û huner

Wênexêzan bedewiyên Qersê veguhastin ser tuwalê

Hüseyin Demirci  | 19.12.2025 - Rojanekırın : 19.12.2025
Wênexêzan bedewiyên Qersê veguhastin ser tuwalê Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê, bi beşdariya 12 wênexêzan "5emîn Komxebata Hunerê ya Navneteweyî" hat lidarxistin.

Di komxebatê da ku ji aliyê otêlekê va li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê hate lidarxistin da, 12 wênexêzên ji zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê digel yên ku ji Îran û Bulgaristanê hatin, deverên dîrokî û geştiyariyê yên bajêr veguhastin ser tuwalê.

Berhemên wênexêzan ku bi taybetî ji bo bajêr hatine afirandin, di pêşangeha ku li otêlê hate lidarxistin da ji hunerhezên ra hatin pêşkêşkirin.

Waliyê Ziya Polat got ku kombûna hunermendan li navenda kaşûnê çalakiyeke pir giring e.

Wênexêzê Îranî Alireza Ghoojarî bal kişand ser giringiya hunerê û got, "Huner mîna çekek e ku di tariyê diqelêşe û dijminatiyê bi dawî dike û ji bo dostaniyê dixebite."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın