Çand û huner

Wênesazê Hekariyî "peykera berfejinê" çêkir

Elif Irmak  | 23.01.2021 - Rojanekırın : 29.01.2021
Wênesazê Hekariyî "peykera berfejinê" çêkir

Hakkari

 Wênesaz Erdî Gurê hîndekarê Kuluba Hunerên Xweşik û Wêneyê ya Navenda Ciwaniyê ya Hekariyê "peykera jinê ya ji berfê" çêkir û gelekî bal kişand.

Gurê li bajêr dijî piştî berfa ku van rojên dawîn barî biryar da ku peykera berfejinê çêke.

Gur bi berfa ku ji ber derê Navenda Ciwaniyê berhev kir di 6 saetan da peykera jinê ya biqasî 3 mêtro çêkir.

Welatiyan eleqe nîşanî peykerê dan û pê ra wêne kişandin.

Gur got ku li her deêr Tirkiyeyê berfemêr tên çêkirin û wî jî xwest ku tiştekî cuda çêbike û ji ber vê biryar da ku peykera berfejinê çêbike.

Gur behs kir ku peykera ji berfê xebateke peykerê ye ku li ser mîrateya çandî ya Hekariyê ye û got ku "Mirovên me ji hunerê hez dikin. Li Hekariyê bingeha hunerê heye. Em jî ji bo vê yekê xebatên xwe didomînin. Mirov tên li ber berfejinê wêne dikşînin û ji ser çapemeniya civakî parve dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın