Çand û huner

Vê hefteyê 9 fîlm ketin vizyonê

Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 9 fîlm ketin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê

Haydar Şahin  | 27.02.2020 - Rojanekırın : 02.03.2020
Vê hefteyê 9 fîlm ketin vizyonê

Istanbul

Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 9 fîlm ketin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê

Di fîlma "Merivê Nediyar" a derhêneriya wê Leigh Whannell dike da Elisabeth Moss, Storm Reid, Oliver Jackson-Cohen û Aldis Hodge dilîzin.

Senaryoya fîlm ji berhema H.G. Wells a bi heman navî hatiye hildan. Di fîlm da Cecilia Kass ji ber ku mêrê wê tundiyê tîne xwe jê dide berdan, mêrê wê dimre û jê ra mîrateke mezin dimîne. Jinik hewl dide ku tiştên anîbû ser îsbat bike.

- "Çîroka Rastî ya Çeteya Kelly"

Derhêneriya fîlma "Çîroka Rstî ya Çeteya Kelly" Justîn Kurzel dike û di fîlmê da qala çîroka çeteya Ned Kelly ya ji şaqiyan pêk tê dikin.

Di fîlmê da George MacKay, Essie Davis, Nicholas Hoult, Charlie Hunnam, Russell Crowe û Orlando Schwerdt dilîzin.

- "Jexi"

Derhêneriya fîlma "Jexi" Scott Moore û Jon Lucas dikin. Di fîlmê da Adam Devine, Alexandra Shipp, Ron Funches, Charlyne Yi, Michael Pena, Wanda Sykes û Justin Hartley dilîzin.

Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin.

- "Li Ser Ebedîtiyê"

Roy Anderssonê sînemegerê hoste derhêneriya fîlma "Li Ser Ebedîtiyê" dike û di fîlmê da Bengt Bergius, Anja Broms, Tatiana Delaunay, Jan-Eje Ferling û Lotta Forsberg dilîzin.

Fîlm di hevkariya Swêd, Almanya û Norwecê da hatiye kişandin.

- "Gîlasa Tehl"

Derhêneriya fîlma "Gîlasa Tehl" Serdar Akar dike. Di fîlmê da qala çîroka çend jiyanên dijwar ên ji hev cuda û li ciyekî digihîjin hevdu dikin.

Di fîlmê da Erdal Beşikçioglu, Belçim Bilgin, Ertan Saban, Bulent Şakrak, Luran Ahmeti û Halil Ergun dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Olîver Romeskî hatiye nivîsandin.

- "Li Ser Rêya Serîk Lê Xist"

Derhêneriya fîlma "Li Ser Rêya Serîk Lê Xist" Onur Bîlgîn dike. Di fîlmê da qala Cavît û malbata wî ya ji bo li herêmên welêt bigerin derdikevin tetîlê dikin, li Afyonê serîkî li Cemîlê hevalê Cavît ê eskeriyê dixin û fîlm pêş dikeve.

Di fîlmê da Selahattin Taşdogen, Mihriban Er, Emre Ertunç, Mustafa Ertunç Alici, Hilal Anay û Ahmet Taşpinar dilîzin.

- "Semur 2: Sêra Cinan"

Derhêneriya fîlma "Semur 2: Sêra Cinan" Burak Çelîk dike û di fîlmê da Furkan Karaca, Bora Altinişik, Cansel Aydos û Ulker Su Osmanoglu dilîzin.

Di fîlmê da qala serpêhatiyên Alesîya bi hevalên xwe ra dikeve pey nameya ji kalikê wê hatiye dikin.

- "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê"

Xêze fîlma "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê" ji xêzefîlma bi navê "Qasidên Avê (Su Elçîlerî) ya TRT Çocukê hatiye çêkirin. Di xêzefîlmê da qala germbûna gerdûnî, xazên serayê û helandina cemedê dikin, Kaptan Pengu, Misket, Pelik û Mandalina ji bo vê têkoşînê didin.

Derhêneriya xêzefîlma "Kaptan Pengu û Hevalên Wî: Rojnivîska Mandalînayê" Nurullah Yenîhan û Engîn Başturk dikin, Onur Orhan Akgulgil, Emin Yaraç, Ufuk Yuksel, Ezel Kalkan û Başak Arslan jî deng didin lehengan.

- "Surprîza L.O.Lê!

DI "Surprîza L.O.Lê!" ya fîlma anîmasyonê da qala serpêhatiyên Înfluencer Tahanî û Mykal-Michelle dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın